'Ji bo aştî û azadiyê tecrîda li ser Ocalan bişkînin'

AMED - Rêxistinên TJA KCD, DBP û HDP'ê, bi civîna çapemeniyê tecrîta li ser Ocalan şermezar kir. Rêveberê DBP’a Amedê Rifat Ronî axivî û diyar kir ku Ocalan li Tirkiyeyê baweriya aştiya civakî yê. Ronî, xwest ji bo aştiya Tirkiye her kes li dijî tecrîda li ser Ocalan derkevin û got: "Azadiya Brêz Ocalan daxwaza me ya jêneveger e. Em tecrîtê bişkînin, em ê azad bibin. Siberojên azad bi hev re ava bikin.”

Bi pêşengiya rêxistinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP û HDP'ê, bi armanca tecrîta li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar bikin, li salona Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê civina çapemeniyê pêk anî. Daxuyaniya ku dihat armanckirin li ber avahiya DBP’ê bidin, bi hinceta OHAL’ê polîsan destûr neda daxuyanî bidin. Li ser vê yekê saziyan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a DBP’ê civîna çapemeniyê li darxistin. Di civînê de parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, rêveberên HDP, DBP, KCD, aktîvîstên TJA, nûnerên saziyên civakî, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û ji heft salî heta heftê salî gelek welatî amade bûn. Di civînê de bênavber sloganên wek “Bijî Serok Apo”, “Bakûr, başûr, rojhilat Apo Serokê welat” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin û li dijî tecrîtê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî rêveberê DBP’a Amedê Rifat Ronî (Ozturk) xwend. Ronî pêvajoya çareserî û aşitiyê ya ji aliyê Ocalan ve hatibû destpêkirin bibîr xist û got ku di encama hevdîtinên li Îmraliyê de mutabakata Dolmabahçeyê di gelên Tirkiyeyî, Kurdistanî û tevahiya raya giştî ya cîhanê de ji bo ku şerê 40 sal in didome bidawî bibe, aştî û demokrasî pêk bê û aramî were welat, hêvî û bendewariyên mezin çêkiribû û vê pêvajoyê heta 5’ê Nîsana 2015’an dewam kiribû.

‘ERDOGAN FERMANA ŞERXWAZIYÊ DIDE’

Ronî destnîşan kir ku şerê ku tê jiyîn ji bo were famkirin, divê biryara Erdogan a pêvajoya çareseriyê baş bixwînin û wiha got: “Ev biryara feraseta AKP’ê ya ku bi derewîn anîna edaletê û pêşxistina Tirkiyeyê dest bi kar kiribû nîşan dide û tespit û teyîda rûyê rastîn ê AKP’ê û Erdogan e. Ev biryar, biryareke şerxwaziyê ye aramî û demokrasiye red dike. Ev biryar îsrara nenaskirina maf û azadiyan fermana şer û pevçûnan e.”

‘HER KES DI HEDEFA AKP’Ê DE YE’

Ronî anî ziman ku her çiqas ev êrîşên ku îro tên kirin, binçavkirin, girtin û hewldanên çewisandinê li hemberî gelê kurd xuya bikin jî tevahiya eniya demokrasiye di hedefa van êrîşande ye û wiha axivî: “Yên di hedefê de ne jin in, çapemenî ye, rewşenbîr in, hunermend in, akademîsyen in û tevahiya siyaseta demokratik e. Rewşa hevserokên HDP’ê birêz Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata û bi hezaran girtiyan, dikare rasterast bi êrîşên girêdayî wê biryara 24’ê Tîrmeha 2015’an were îfadekirin. Mixabin bi awayekî bêhuqûq rehin girtinên siyasî bi hemû dijwariya xwe berdewam in. Ev rewş ji aliye Erdoganê ku dibêje ‘Ez serê dewletê me’ ve wekî seferberi hatiye îlankirin. Nabe ku ev dijwariya AKP-dewletê bi vî rengî dewam bike. Di vê dema ku Rojhilata Navîn bûye wekî topa ji agir, pêwistiya Tirkiyeyê ne bi şer, bi aştiyê heye. Pêdiviya Tikiyeyê bi bêbandorkirina meclîsê û binpêkirina huqûqê nîne. Divê dozger û dadger wekî karmendan li gorî fermana siyasetmedaran biryaran nedin. Bêguman ev jî bi vîneke biryardar, sekneke zelal û îsrara di aştiyê de pêkan e.”

‘AKP BI ŞER BERSIV DIDE OCALAN’

Ronî bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Ocalan re û wiha got: “Mîmarê pêvajoya çareseriyê birêz Ocalan, di encama greva birçîbûnê ya di 5’ê Îlona 2016’an de ku bi daxwaza bi wî re hevdîtin bê kirin hatibû lidarxistin de, bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û ji bo ku şer bidawî bibe nêrînên xwe bi awayekî zelal anîbû ziman û gotibû ‘Heke aliyê dewletê samîmî û rast nêzîk bibe û îradeyeke biryardar nişan bide, em ê karibin di 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikin û aştiyê bînin vî welatî.’ Mixabin hukumeta AKP’ê bi dijwarkirina şer û girankirina tecrîtê bersîv daye vê peyama aştiyê ya birêz Ocalan.”

‘JI BO ŞER TECRÎDÊ GIRAN DIKIN'

Ronî bilêv kir ku sedema ev şer û pevçûn, qeyran û koasa ku li vî welatî tê jiyîn, bi tevayî encamên tecrîta ku li ser Ocalan tê pêkanîn e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê jî daxwazên civakê yên siberojeke di nav aştî û aramiyê de bi rakirina tecrîtê, hevdîtina malbat û parêzeran û ya herî giring jî bi azadbûna birêz Ocalan pêkan e. Birêz Ocalan li Tirkiyeyê teminata aştiya civakî yê. Em wekî tevgera siyasî ya kurd, bi nûner, sazî û hemû pêkhateyên xwe û hemû kes û derdorên ku di aştiyê de îsrar dikin, bi gelê xwe re, ji bo ku tecrîta girankirî ya li ser birêz Ocalan, ku ji tu kes û civakan re xizmetê nake were rakirin. Azadiya Brêz Ocalan daxwaza me ya jêneveger e. Em tecrîtê bişkînin, em ê azad bibin. Siberojên azad bi hev re ava bikin”

Daxuyanî bi berzkirina slogan, lîlandin û lêdana çepikan bi dawî bû.