Hevseroka KCD’ê Guven: Lêgerîna li muxatabekî nû hewldaneke bêhûde ye

AMED – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî amdekirina lîsteya muxatap a 380 kesan a ji aliyê îktîdara siyasî ve tê amadekirin wek “hewldaneke bêhûde” nirxand û Abdûllah Ocalan nîşan da û got, nûnerê gelê kurd diyar e.

Hikûmeta AKP’ê ya ku piştî bidawîbûna muzakereyên bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re, di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de niha ji xwe re li ‘muxatabên nû’ digere. Piştî civînên ‘bi pêşengên qeneatî yên herêmê re hatine gel hev’ ku demek berê Serokomar demek dabû destpêkirin, niha lîsteyeke 380 kesî amade kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest nîşan kir ku, di nêvengeke ku hevserokên DBP û HDP’ê û parlemneter tên girtin, komele û saziyên çapemeniyê tên girtin de, lêgerîna muxatabên nû wê pirsgirêkê kûrtir bike.
Guven a ku li dijî lêgerîna “Li muxatabê nû’ bertek nîşan da wiha got: “Lêgerîneke bi vî awayî hewldaneke bêhûde ye û wê pirsgirêka kurd çareser neke.”

‘MUXATABÊ PISRGIRÊKA KURD OCALAN E’

Guven anî ziman ku, AKP ji bo ji korerêya ku tê de ye derkeve di pirsgirêka kurdî de ketiye pêyî lêgerînên nû, lê belê ev lêgerîn ne ji bo çareserkirinê ne, bi muxatabên nû re bes taqtîka ewrekirinê e û got, êdî pirsgirêk veguheriye rewşeke navnetewî û li pirsgirêkeke ku li her çar perçeyan heye. Guven dest nîşan kir ku, heke bi rastî jî AKP dixwaze pirsgirkê çareser bike û di lêgerîna muxatab de samîmî be navnîşan Girava Îmraliyê ye û got, mifteya çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e.

‘BI MUXATABÊN KU AKP AFIRANDIYE ÇARESER NABE’

Guven wiha axivî: “Pêvajoya bi Birêz Ocalan re dihat meşandin, AKP mase quliband û veguherand pêvajoya şer. Niha jî ji aliyêkî ve şer daye dest pê kirin û ji aliyekî ve jî dixwaze muxatabên nû biafirîne. Di vê lîsteya 380 kesî ya ku HDP tê de tune ye, kî heye. Dixwaze bi cerdevanan re, bi eşîretên li gel dewletê tevdigerin re muxataban biafirîne. Lê ev bi tu awayî niakrin bibin muxatabên gelê kurd. Wê AKP bi van muxataban re nikaribe tiştekî jî bi dest bixe û wê qethiyen niakribe pirsgirêka kurd çareser bike. Tu yê hevserok û parlemnterên HDP’ê bigirî, qeyûman tayînî şaredariyan bikî û dawiyê jî muxatabên nû biafirînî. Li qisûrê nenêre, kes berbayî vê nakeve. Wê qethiyen ji vê jî encam neyê girtin.”

‘AKP KETIYE PÊYÎ DERDÊ XELASKIRINA XWE’

Hevseroka KCD’ê anî ziman ku, di pêvajoyeke ku AKP tengisiye, niakre çareseriyan biafirîne û têkçûye de, pêngavên wê yî bi vî awayî tenê ji bi xwe xelas bike û ji bo vê xelaskirinê jî dixwaze demê bi dest bixe.

Her wiha Guven got, derdorên ku hikûmet wan wek ‘muxatab’ diyar dike jî, ew derdor in ku pirsgirêkê kûrtir dikin. Guven bi bîr xist ku, rê û rêbazên bi vî awayî berê jî hatibûn ceribandin, lê belê encam ji wan nehat girtin û dest nîşan kir ku, muxatabên gelê kurd diyar in û got, heke li çareseriyê tê gerîn, divê bi wan re bê gerîn.