Ji parlamemterê HDP'ê Zeydan 20 sal cezayê hepsê xwest

COLEMÊRG - Serdozgerê Komarê yê Colemêrgê der barê Parlamenterê HDP'ê ye Colemêrgê Abdullah Zeydan de îdîaname amade kir û 20 sal cezayê girtîgehê xwest. Dozger ji dadgehê xwest ku bi hinceta ewlehiyê doz li bajarekî din bê dîtin.

Serdozgerê Komarê yê Colemêrgê der barê Parlamenterê HDP'ê ye Colemêrgê Abdullah Zeydan ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye îdîaname amade kir û pêşkeşî 2'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê kir. Heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir. Dozger, di îdîanameyê de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye", "Pesnê sûc û sûcdar daye", “li dijî xala 2911'an a meş û xwepêşandanan tev geriya ye" û “endamtiya rêxistinê" heta 20 salan cezaye girtîghê dixwaze. Dozger îdia kir ku Zeydan, di navbera 2015-2016'an de li Colemêrg, Gever, Şirnexê beşdarî 7 civîn, meşan û merasimê cenazeyan bûye û suc kiriye. Dozger xwest Zeydan ji endamtiya meclîse bê avêtin û hemû îstîhdama karmendiya wî bê qutkirin û her wiha mafê wî yêbijartin û hilbijartinê ji destê wî bê girtin. Dozgre xwest doz li dadgehek bajarê cuda bê dîtin.

Doz dê di meha sibatê de bê dîtin.

Hemam dadgehe ji bo parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak bi heman hincetê xwestibû dadgeh li bajareki din bê dîtin.