STENBOL –TSK bi gelek tang û wesayîtên zirxî ji bo operasyonên derveyî sînor sewqiyatan dike. Yek ji şahidên operasyonên derveyî sînor û PKK’ya berê Yuksel Genç vê rewşê nirxand û dest nîşan kir ku, Tirkiye bi sala ye hîn ders dernexistiye ku PKK bi operasyonên derveyî sînor naqede.
Genç li ser tecrûbeyên xwe vegot ku, di operasyonan de gelek leşker tên hebakirin û wiha pirsî: “Heke wê PKK bi vî awayî neqede, lê ev ji bo çî ye?” Endama Lijneya Rêveberiya SAMER’ê Yuksel Genç plana derveyî sînor berawirdî operasyonên berê kir û diyar kir ku, amadekariyên tên kirin sirf ne ji bo PKK’ê ne, bereksê wê Tirkiye dixwaze di polîtîkaya Rojhilata Navîn de cih bigire û bi vî awayî bibe hêza sereke. Genç wiha domand: “Li Rojhilata Navîn nirxekî PKK’ê ya zêde heye û hevsenga hêzeke navnetewî îfade dike. Bi taybetî jî bi wê rola xwe yî li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Rojava, Şengal, Kerkûkê. Pirsgirêka kurd bi pevçûnên li Sûriyeyê re, bi awayekî şênbertir taybetmendiyeke navnetewî li xwe bar kir. Yên li Tirkiyeyê stratejiyan çêdikin qey hay ji vê tune ne, bi ya min hene. Wê demê îjar dixwazin çi bikin?”
Piştî TSK gelek tang û wesayîtên zirxî sewqî navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê ku li ser sînorê Iraqê ne kirin, ev sewqiyat wek amadekariyên operasyonên derveyî sînor hatin şîrovekirin. Bi vê re operasyonên derveyî sînor ên berê ku li dijî Qendîlê pêk hatin û hemû bi awayekî neserketî bi encam bûn tîne bîra mirov.
Endameke PKK’ê ya berê Yuksel Genç, yek ji wan kesa ye ku şahidiya operasyonên derveyî sînor kiriye. Yuksel Genç a ku di 1’ê cotmeha 1999’an di nav “Koma Aşitiyê” ya ewil ku li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan derbasî Tirkiyeyê bûn cîh girt de, di 2002’yan de ji ber “Doza KCK”ê di girtîgehê de ma û niha jî endamê Lijneya Rêveberiya Navenda Lêkolînên siyasî û Civakî (SAMER)ye.
Genç de ma di nav refên PKK’ê de bûye şahidê operasyonên derveyî sînor û amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo operasyoneke derveyî sînor ji bo dîhaberê nirxand.
‘EW JÎ DIZANIN KU WÊ NIKARIBIN PKK’Ê BIQEDÎNIN’
Genç got, ew ne di wê qenaetê de ye ku tiştên niha tên jiyîn ji bo amadekariyên operasyonekê ne û diyar kir ku, bi operasyona ku planê wê tên kirin re, mebest jê hedefên hîn berfirehtir in. Genç diyar kir ku, ji operasyonên derveyî sînor ê berê jî diyar e ku, Tirkiye dema problemên hundirîn zêde dibin tiştekî wisa dike û bi vî awayî dixwaze gengeşiyên hundurîn bitepisîne. Genç dest nîşan kir ku, Tirkiye bi sala ye hîn ders dernexistiye ku PKK bi operasyonên derveyî sînor naqede. Genç diyar kir ku, Tirkiye tim dibêje “Vê carê teqez em ê PKK’ê biqedînin”, lê belê bi giştî ew jî ji vê vegotin û hewldana xwe bawer nakin.
Genç, “Operasyona Guneşê” ya 21’ê sibata 2008’an bi bîr xist û got, di raya giştî de hewldana îmhakirineke zêde dabûn der, lê li gel vê jî di şertên zivistanê de û li hemberî amadekariyên PKK’ê rastî têkçûyîneke mezin hat. Genç anî ziman ku, bîlançoya windayan jî piştraskirina herî xurt bû û “Operasyona Guneşê” wiha vegot: “Yên ji bo îmhakirinê çûn, bi hezîmeteke mezin vegeriyan. Ji wê rojê heta niha Tirkiye li dijî Qendîlê operasyoneke berfireh pêk neaniye. Ew operasyon ji aliyê TSK’ê ve encam û şikestineke mezin bi xwe re anî. Her wiha ji bo vesayeta leşkerî ya Tirkiyeyê jî. Mric dikare bibêje bi operasyonê re, pozîsyona vesayeta sereke ya TSK’ê bi etmamî qediya.” Genç dest nîşan kir ku, ji aliyê qada siyasal a ku îktîdarê pêk tîne û ji aliyê burokrasî û leşkeriyê ve jî zelal bû ku, PKK bi vî awayî naqede û wiha pirsî: “Niha çi bû ku, dîsa bi operasyonekê hesta îmhakirina PKK’ê pompeyî civakê bikin?”
‘ŞERT Û MERCÊN DI LEHÊ PKK’Ê DE NE HENE’
Genç, operasyona derveyî sînor ya tê plankirin û operasyonên bejahî û hewayî yên salên berê berawirdî hevdu kir û wiha got: “Bi heman awayî em dibînin ku, şert û mercên zivistanê raçav dikin. Heke bikin jî, lê ez dibêm mebesta wan ji bilî Qendîlê hin armancên din di xwe de dihebîne. Dizanin ku dema israrkirina gerîlla dest pê kiriye. Ew difikirin ku ji ber berfê wê qad bê sînorkirin, ji ber vê jî wê qabîliyeta şer jî bi sînor bibe, lê ya ku wê vê fikra wan li valahiyê derxe operasyona sibata 2008’an heye. Qabîliyeta gerîlla li gor berê zêdetir bûye. Em behsa tevgera PKK’yeke ku tenê bi Tirkiyeyê re şer dike nakin. Em behsa tevgereke ku li dijî DAIŞ’ê şer kiriye, bi şerê bajaran li ser linga maye û zêdebûna qadên wê yî tevlîbûnê dikin. Ne pêkane ku di bendewariya kêmbûna hejmara gerîlla de bin. Şert û merc vê nabêjin. Gelek şert û mercên di leha PKK’ê de ne hene.”
‘WÊ STRATEJIYA PKK’ê OPERASYONÊ VALA DERXE’
Genç anî ziman ku, ew bi operasyonên bi vî rengî difikirin ew ê bi serkevin, sedema vê jî pêkanînên dawî yên sal û nîvekê ne û dibêjin bi operasyoneke li dijî Qendîlê ji xwe wê deng ji derdorên civaka sivîl û demokratîk dernekeve. Genç diyar kir ku, bendewariyên bi vî rengî ne watedar in û got, wê stratejiya şerî ya PKK’ê operasyonên bi vî tengî li valahiyê derxîne. Genç wiha domand: “Bi operasyoneke wisa, wê ew hişmendî û feraseta ku pirsgirêka kurd wek pirsgirêka ‘ewlehiyê’ nîşan dide têk bibe. Pirsgirêka kurd, ji zûv de ji qalibê wek pirsgirêkeke Tirkiyeyê derketiye. Karekter, wesfa wê guherî û kûr bû. Pirsgirka PKK û kurd a 2008’an ne li holê ye. Li Rojhilata Navîn nirxekî PKK’ê ya zêde heye û hevsenga hêzeke navnetewî îfade dike. Bi taybetî jî bi wê rola xwe yî li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Rojava, Şengal, Kerkûkê. Pirsgirêka kurd bi pevçûnên li Sûriyeyê re, bi awayekî şênbertir taybetmendiyeke navnetewî li xwe bar kir. Yên li Tirkiyeyê stratejiyan çêdikin qey hay ji vê tune ne, bi ya min hene. Wê demê îjar dixwazin çi bikin?”
‘AMADEKARIYÊN TÊN KIRIN SIRF NE ARASTEYÎ PKK’Ê NE’
Genç plana amadekariyên operasyona derveyî sînor berawirdî operasyonên berê kir û diyar kir ku, amadekariyên tên kirin sirf ne ji bo PKK’ê ne, bereksê wê Tirkiye dixwaze di polîtîkaya Rojhilata Navîn de cih bigire û bi vî awayî bibe hêza sereke û wiha got: “Tirkiye, di bin navê operayonên li dijî PKK’ê ji berê de ye dixwaze daxilî denklema Rojhilata Navîn bibe. Li xeta Sûriye, Rojavayê vê gelek caran ceriband. Di hevdîtinên bi Amerîkayê re, ji bo YPG ne be partnerê Reqayê çi ji destê wê hat kir.”