ŞIRNEX - Li Şirnex êdî ne tax, ne kolan û kuçe ne jî malên gel tên naskirin. Cihê her avahiyekê bûye girek ji betonê û welatî di nava van girên betonê de parçeyek ji bermahiyên jiyana xwe ya berî qedexeyê, beriya wêrankirin talankirinê digerin.
Di zimanê her dayîk, bav, keç û xortên bajêr de gotina, "Kobanê jî ne weke bajarê me ye" tevdigere. Bajarê ku qala wî tê kirin Şirnex e. Piştî 8 mehan dorpêça hêzên dewleta tirk ango qedexeya, 'ketina bajêr' rabû. Her çiqas Walîtiya Şirnexê di 13'ê adarê de bi daxuyaniyekê gotibe, "14'ê adarê qedexeya derketina derve destpê dike" jî ev daxuyanî ya koçberkirina ji bajêr bû. Bi dehezaran welatiyên bajêr ji bo ku ji xaka xwe dûr nekevin li derdora bajêr kon vedan û jiyana xwe bi vî awayî berdewam kirin. Gelê ku 8 mehan li qontara çiyayên Cûdî, Gabar û Herêma Besta benda rakirina qedexeyê man di vegerê de rastî bajarek wêrankirî, hilweşandî û talankirî hatin. Li bajêr êdî tax, kuçe û kolan nayên naskirin. Cihê her avahiyekê girek ji betonê maye û gel encax bi hin bermahiyên ji malên xwe dikare biçe ser kavilên xaniyên xwe.
GER DAYÎKA HELÎME DERENG VEGERIYA DA MALA WÊ JÎ WERE HILWEŞADIN
Piştî çend gotinan rondik xwe berdidin ser hinarokên dayîka Helîme. Dema qedexe destpê dike dayîka Helîme bi malbata xwe re neçar dimîne û koçberî navçeya bajêr Silopiya dike. Lê gelek dem derbas nabe dayîka Helîme rêyekê dibîne û carek din vedigere mala xwe ya li taxa Cûmhuriyetê. "Ger ez zû nehatibam da mala min jî hilweşînin" dema ev gotin ji ser lêvên dayîka Helîme derdikevin li girên betonê yên pêşberî xwe dinêre. "Berê li bajêr her ciwanekî ji xwe re karek dikir. Milet êdî hepkî xwe li ser lingê xwe digirt. Lê êdî ciwan neman, ên mayîn jî hemû çûne bajarên din û ji bo debara mala xwe dixebitin." Ev gotinên dayîka Helîme jî rewşa xortên û keçên ciwan ên bajêr radixe ber çavan.
LI HEMBER BIRYARA HILWEŞANDINÊ SERÎ LI DADGEHÊ DANE
Dema xatirxwestinê dayîka Helîme bi tiliya xwe ya nîşanê mala xizmekî xwe an go apê Evdila nîşan da, "Dibêjin em dê vê malê jî hilweşînin." Avahiya apê Evdila 4 qat e û li gel ku zerarek zêde lê nebûye jî biryara hilweşandinê dane. Lê li gel vê biryarê jî malbatê beriya qedexe rabe hefteyekê hatiye û kêm û kasên mala xwe çareser kirine. Ji ber ku biryara derbarê hilweşadina xaniyê wan de were rakirin jî serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma Mêrdînê dane.
HAYÊ ZAROKAN JI TIŞTEKÎ TUNE Û XURDE KOM DIKIN
Dema ku mirov pişta xwe dide mala apê Evdila û dinêre taxa Dîcle û Ataturk ku bi erdê ve hatine rastkirin dikeve pêşberî mirov. Herdu tax jî hatine hilweşadin û hêj jî buldozerên kar û kamyonên betonê radikin dixebitin. Di nav komikên betonê de zarok. Temenê wan tê guhertin û bêyî ku tirsa wan ji wesayîtên giran ên kar an jî bermahiyên leşkerî yên hêzên dewletê hebe xurde kom dikin. Hayê wan ji tiştek din tuneye. Tenê xurdeyê ku kom dikin têxin kîsê li pişta xwe û ji bo firotinê berê xwe didin xurdekirekî.
HEY LI TIŞTEK PÎROZ DIGERE LÊ ÇI?
Di nava girên betonê de parçeyên berikan, nîvek ji balîfên malê an jî texabek a zingarî dikeve ber çavên mirov. An jî jineke cilên reş li xwe kirîn û sembola aştiyê desmala spî li pora xwe pêçayî. Jina cil reş kêliyeke dirêj çavên xwe berdane pêşiya xwe û dinêre. Hey li tiştek ji bo xwe pîroz dinêre lê çi? Bermahiyek ji mala xwe, bermahiyek pîroz... Lê nabîne. Demek dirêj ev lênêrîn berdewam dike, heya ku hêviyên dîtinê qut dibin û dev ji lênêrînê diqere.
ZAROKÊ PIÇÛK ÇI DIXWAZE?
Çend gavan wêdetir zarokek û dayîka xwe, jinek û zilamek. Ew jî li malên xwe digerin. Malên ku niha bûne komikek beton. Zarokê biçûk destê dayîka xwe girtiye û dikêşe. Dayîk fam nake ku zarok çi dixwaze. Pêlîstokek xwe an jî lênûskek, pirtûkek xwe ya dibistanê? Jin û mêr jî rûniştine tenişta hev. Zilamî herdu destên xwe dane ber serê xwe û kûr dinêre. Li hilweşadina malan, dengê wesayîtên hilweşadinê dinêre. An jî tenê li wî alî dinêre û tiştek din, tiştek kûr difikire...
DI NAVA JIYANA TALANKIRÎ DE WÊNE
2 Keçên ciwan li peyarêyên ku di nava betonê de hatine çêkirin digerin. Piştî kêliyekê weke her nifşê nû ew jî dest diavêjin telefona xwe û wêneyek xwe dikêşin lê ne di nava menzereyek xweş de. Di nava warên hatîn xerabkirin, di nava jiyana hatî talankirin, di nava hêviyên jiyanê yên birîndar de.
BULDOZER QELÎPÎ Û OXXEK BELAVÎ DERDORÊ BÛ
Û boldozerek qelîpî. Li Şirnex niha tişta herî zêde boldozer û wesayîtên hilweşadina xaniyan hene. Dema ku me li taxa Ataturkê dinêre boldozera ku dixwest avahiyê hilweşîne qelîpî. Di wê kêliyê de her kesê dev ji xwe berda û li buldozerê nêrî. Piştî nêrîneke kurt "oxxek" ji dil belav bû li derdorê...