Siyasetmedarê kurd Coşkûn: Yekîtiya neteweyî mîsogeriya serketinê ye

AMED - Siyasetmedarê kurd Cemal Coşkûn nîqaşên Kongreya Neteweyî ya Kurd nirxandin û got: "Kongre ji bo kurdan tê wateya "Serkeftin dawiyeke bivê nevê ye. Lê ji ber faktorên paşperdeyî heta niha kongre pêk nehatiye.

Siyasetmedarê kurd Cemal Coşkûn, nîqaşên Kongreya Neteweyî ya Kurd nirxandin, balê kişand ser girîngiya yekîtiya netewî û tiştên divê bên kirin.

‘DIVÊ KURD JI DÎROKÊ DERSÊ DERXÎNIN'

Coşkûn bi bîr xist ku, kurd bi peymanên Qesr-î Şîrîn û Sykes-Pîcotê dabeşî çar perçeyan bûne û dest nîşan kir ku, bi vê re gelê kurd bê statu hatiye hiştin û got, di vê dabeşkirinê de para gelê kurd jî heye. Coşkûn got, ji ber gelê kurd yekîtiya xwe pêk neaniye, kêmaniyên ji aboriyê heta siyasetê, ji dîplomasiyê heta parastinê di vê perçekirinê rola sereke lîstine û wiha domand: "Di sedsala 21'emîn de li gel ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn, ji bo ew pêkanînên sedala 20'emîn dubare neyên serê kurda, divê kurd Konreya Netewî li dar bixin, ku ev jî tê wateya wê ji aliyê hêzên navnetewî wek nasname û statuyê bê dîtin, tê wateya wê xwe ji wê bêstatuya sedsala 20'emîn rizgar bike. Ji ber vê yekê, divê kurd ji dîroka xwe dersê derxînin, ji bo di sedsala 21'emîn de bi nasname û statuyî bijîn, divê tevbigerin."

‘FAKTORÊN PAŞ PERDEYÊ KONGREYÊ ASTENG DIKIN'

Coşkûn diyar kir ku, ji bo pêkanîna Kongreya Netewî partiyê siyasî yên her 4 perçeyan gelek caran hatine gel hev, her partî ji bo kurdan bivênevêya Kongreya Netewî dest nîşan kiriye, lê belê faktorên paşperdeyî ji bo kongre li dar nekeve ketine dewreyê û ew asteng kirine. Coşkûn dest nîşan kir ku, li pêşberî pêkneanîna kongreyê bandora Tirkiye û Îran heye û wiha axivî: "Rewşa ku Başûrê Kurditanê tê de ye, yanî statuya wê avantaj e, lê vê avantajê bi kar nayîne. Tabî di vê de nêzîkatiya partîbûn û perçeker faktoreke sereke ye. Ger heta niha kongre pêk nehatibe, ji ber hin partiyên kurd ên heyî ku bi hin dewletan re ji bo têkiliyên aborî hwd. tevgeriyane, yanî rola vê heye."

‘WÊ YEKÎTIYA NETEWÎ BÎRBIRIYA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ BIDE DER'

Coşkûn bandorên lidarketina Kongreya Netewî yên dê li ser herêmê xwe bidind er rêz kir û wiha got: "Pêkanîna kongreyê, wê xwebaweriya kurdan bi pêş ve bixe. Wê bîrbiriya azadî û demokrasiyê bide der. Wê xwedîbûna statu û nasnameyê lezgîntir bike. Wê bibe sedam mayindebûna statuya Başûr Rojavayê jî. Beriya her tiştî, wê li çar perçeyan mekanîzmaya ku hevpariya mijarên têkildarî çarenûsa kurda ye derxîne holê."

‘KURDÊN LI ÇAR ALIYÊ CÎHANÊ OCALAN WEK RÊBER DIBÎNIN'

Coşkûn balê kişand ser bandora Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan a li ser Kongreya Netewî ya Kurd û wiha axivî: "Li çar perçeyên Kurdistanê, ji Rsûyayê heta Ewropayê, piraniya kurdên li çar aliyên cîhanê ji xwe re Birêz Ocalan wek rêber dibînin. Nêzîkatiya Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî esas digirin. Her çiqas girtina wî li ser rola wî ya pratîk bandorê bike jî, lê hêzên baweriya xwe bi felsefeya Birêz Ocalan anîne, xeta wî dişopînin ji xwe ji bo kongreya netewî di nav hewldanan de ne. Ji ber vê yekê, li ser kongreyê bandoreke mezin a Birêz Ocalan heye."

‘DIVÊ BARZANÎ TÊKILIYÊN XWE YÎ ABORÎ Û SIYASÎ JI BO ÇARESERIYÊ BI KAR BÎNE'

Coşkûn anî ziman ku, ji bo pêkanîna Kongreya Netewî Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji ber statuya xwe divê rolekî girîng bilîzin û wiha domand: "Barzanî, têkiliyên xwe yî aborî û siyasî bi taybetî di warê çareserkirina pirsgirêka Tirkiyeyêde divê bi kar bîne. Dezavantaja wan; bi qasî cîhanekê ceribîn û tecrube li pêşberî wan heye, lê vê veneguherînin pergalekê."

‘MESELE DI NOQTEYÊN HEVPAR DE HATINE GEL HEV E'

Coşkûn li herêmê temsîliyeta Barzanî û KDP'ê wek "xeta netew-dewletê" nirxand û ev rexne kirin: "Birêz Barzanî û PDK li gor divêtiya vê xetê rolê dilîzin. Xeteke din jî, xeta netewa demokratîk a Birêz Ocalan e. Di encamê de, li heman welat û neteweyê, wê nêrînên civakî yan jî dewletî yên felbûnî jî hebin û wê yên hevpar jî hebin. Lê mesele di noqteyên hevpar de hatina gel hev e, lê ev hîn di warê kamilbûyînê de nehtaiye zevtkirin."

Coşkûn dest nîşan kir ku, di warê lidarxistina Konreya Netewî de, her çar perçe jî hemfikir in û wiha axivî: "Heke kongre li dar nekev jî, divê partiyên kurd di nav hev de, diyalogan bidomînin. Divê ji ziman û şêweyeke ku dê xisarê bide welat û gelê me birevin û li pişt tu pêşnûmayeke wisa ranewestin. Dibe bi dewletê re têkiliyên wan î xwezayî hebin, lê divê ev têkilî xesarê nedin birayan û malbata mirovahiyê."

‘HEKE KONGRE LI DAR BIKEVE WÊ SERKETIN DAWIYEKE BIVÊNEVÊ BE'

Coşkûn got, kongre ji bo kurdan tê wateya "Serketin dawiyeke bivênevê" û wiha got: "Nelidarxistina kongreyê di serî de Tirkiye, li gor dilê Îran-Iraq û Sûriyeyê ye. Çimkî, ev dewlet yekîtiya kurdan li dijî felsefeya xwe yî avakirinê wek qesdekî dibînin. Di domandina polîtîkayên tekbûyîn û înkarî yên netew-dewletê de, wê wêrekiyê li van dewletan peyda bike. Lê piştî vê merhaleyê niakrin bi kurdan bidin windakirin. Ji ber bîra civakî, siyasî, aborî, dîplomatîk û hêza parastinê, kurdan êdî wê kurdbûna sedsala 20'emîn li paş hiştiye. Di sedsala 21'emîn de pîvanên xwe yî demokratîk ji xwe re wek pîvaneke giştî esas girtine. Lidarxistina kongreyê, wê vîn û feraseta netew-dewleta tekbûyî, dagirker bişkîne û wê pêvajoya çareseriyê lezgîntir bike."