HDP man û nemana li Meclîsê zelal dike

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku der barê xebatên Meclîsê de helwesta xwe ya dawî heta dest pêka hefteya bê zelal bikin û di civîna komê ya roja sêşemê aşkera bikin.

Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku nexşerêya pêşerojê û helwesta xwe ya der barê tevlîbûna xebatên Meclîsê de zelal bikin kom bû. Di saetên ku civîn berdewam dikir de Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkîldarî rojeva civînê daxuyanî da.

Bîlgen anî ziman ku duh û îro jî operasyonên binçavkirin û girtinê berdewam kir û têkîdarî civîna Meclîsa Partiyê agahî da.

Bîlgen bi bîr xist ku piştî 4'ê mijdarê ku hevserok û parlamenterên wan hatin girtin ji ber ku nikarni bikevin avahiya partiyê civîna Lijneya Rêveber a Navendî li Amedê li dar xistine. Bîlgen destnîşan kir ku di civînê de hin biryar hatine girtin lê ji bo biryara dawî bidin jî hin plansazî kirine û wiha axivî: "Di nava vî demê de ji ber tecrîda li dijî hevserokên me, nîqayên Qanûna Bingehîn a li Tirkiyeyê civîna Meclîsa Partiyê girtine."

'EM Ê BI LÊZ BIRYARÊ BIGIRIN'

Bîlgen got ku di civînê de nîqaşên der barê tevlîbûna xebatên Meclîsê de nîqaş tê kirin û wiha berdewam kir: "Nêzîkatiya hevalên me biryara xebatên Meclîsê bi lez dayîn e. Ji ber vê yekê em ê geşedanan binirxînin û civînekî lezgîn a MYK'ê li dar bixin, em ê bi hevserok û koma partiyê ya meclîsê re civînan li dar bixin û biryara xwe leztir bidin."

'EM Ê DESTURÊ NEDIN'

Bîlgen têkîldarî tayînkirinên qeyûman jî wiha got: "Ev wêne bi awayekî aşkera di Plana Islahatê ya Şarqê de nenaskirina îradeya gel nîşan dide. Yên ku Tirkiyeyê bi rêve dibin nîşan dide ku vî ferasetê didomînin. Heta niha li 3 jê bajarê mezin, 5 bajar 34 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Di 52 şaredar ji kar hatin girtin, 39 hevşaredar hatin girtin. Ji bo sîstema serokdewletiyê, partiya me tê qurbankirin. Em ê desturê nedin vê."

Bîlgen piştre jî pirsên rojnamgeran bersivand.

Bîlgen têkîldarî helwesta man û nemana li Meclîsê got ku ew ê heta destpêka hefteya bê helwesta xwe diyar bikin û di civîna koma partiyê roja sêşemê bi raya giştî re parve bikin.