Ji HDP'ê îdiaya 'belgeya sexte ya OHAL'ê'

ENQERE - HDP'ê îdia kir ku di belgeya ku hikûmetê ji bo dirêjkirina Rêveberiya Awarte (OHAL) dayê sextekarî hatiye kirin.

Di belgeya ku HDP'ê li Meclîsê anî rojevê de hat gotin ku ji bo dirêjkirina OHAL'ê di 3'yê çileyê de Civîna Ewlehiya Neteweyî (MGK) biryara tavsiyeyê hatiye dayîn û Lijneya Wezîran jî li gorî vê yekê xwestiye OHAL'ê dirêj bike. Parlamenterên HDP'ê der barê belgeyê de ji hikûmet û Serokatiya Meclîsê daxuyanî xwestin.

Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş jî wiha bersiv da mijarê: "We xwest vî bibêjin, 'We bêusulî kiriye wekî ji şewatê mal birevînin'. Lê bêusul^ituneye. Dema uk min civîna çapemeniyê li darxist mijar nehat rojevê. Îmze li gorî usulê ne. Biryar di cih de ye û rast e. Niha û pêve jî biryar a parlamenterên me ye."