AMED - Serokwekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek êrîş, binçavkirin û girtinên li dijî partiya xwe nirxand û wiha got: "Feraseta di 2009'an di bin navê KCK'ê de bi hezaran siyasetmedar girtin, dubare li ser kar e."
Di sala 2016'an de di ancama êrîş, binçavkirin û girtinên li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de, hevserokên partiyê jî di nav de bi hezaran endamên wê û 71 hevşaredarên wê hatin girtin. Ji 11'ê îlona 2016'an heta niha şaredariyên bajarên mezin ên wek Amed, Mêrdîn û Wanê jî di nav de, bi giştî qeyûm tayînî 51 şaredariyên wê hatin kirin û her wiha fealiyetên 14 şaredariyên wê jî tabiî destûra qaymeqamtiyan hat kirin.
Serokwekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek êrîşên li dijî partiya xwe nirxand.
‘WELAT BER BI KENDAVEKÊ TÊ KIŞANDIN'
Şîmşek diyar kir ku, hemû polîtîkayên li Tirkiyeyê tên meşandin li ser tunekirina gelê kurd hatine vakirin û dest nîşan kir ku, dewlet vê sekna xwe li Rojavayê jî dide der. Şîmşek diyar kir ku, pêvajoya heyî di encama neçareseriya pirsgirêka kurd de her diçe birînan kûrtir dike û anî ziman ku, AKP a bi polîtîkayên xwe yî ku hilbijartinên 7'ê hezîranê nasnekirin, welat ber bi kendavekê dikişîne.
‘KURD DU CARAN RASTÎ DERBEYÊ HATIN'
Şîmşek dest nîşan kir ku, pêkûtiyên di saleke dawî de êdî ji kirasê êrîşên li dijî DBP'ê derketiye û vegueriye êrîşên li dijî statu û azadiya kurdan û diyar kir ku, AKP bi nenaskirina hilbijartinên 7'ê hezîranê re li dijî îradeya gelê kurd derbe pêk aniye û got, kurd di 15'ê tîrmehê de careke din jî rastî derbeyê hatin. Şîmşek got, di saleke dawî de bi polîtîkayên li herêmê tên meşandin re AKP, welat ber bi kaos û şerekî navxweyî ve dibe.
‘ÎRADEYA GELÊ KURD NAYÊ HESIBANDIN'
Şîmşek diyar kir ku, feraseta ku di 2009'an de di bin navê KCK'ê de bi hezaran siyasetmedar girtin, dubare li ser kar e û wiha domand: "106 şaredariyên DBP'ê hebûn. 3 şaredariyên bajarê mezin bi dest xistibûn. Ji 2013'an û vir ve li gel hêviya çareseriyê peyda bûbû. Pergala îro tê sepandin, êrîşa li dijî destkeftiyên kurda ye. Êrîşên li dijî DBP'ê jî li ser vî esasî pêk tên. Avahiyeke mîlîtarîst heye. Ev jî mudaxileyî qada siyasî, mudaxilyeî azadiyan dike. Binçavkirin, girtinên li dijî DBP'ê pêk tên, bi temamî astengkirin û rêgirtina li ber siyasetê ye. Êrîşî pergala hevserokatiyê dikin, qeyûm tayînî şaredariyan dikin, wekîlan, rêveberan digirin. Bi her her awayî îradeya gel bin pê dikin, nahesibînin."
‘ŞAREDARÎ HATINE DAGIRKIRIN'
Şîmşek, girtina rêveber û desteserkirina şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hatin kirinwek dagirkirinê nirxand û wiha got: "Îradeya gel hatiye dagirkirin. Dîmen jî dîmena dagiriyê ye, xizmet jî bi heman awayî ye."
'DIXWAZIN PARTIYA ME WEK HEDEF BIDIN NÎŞANDAN'
Di 30'yê kanûna 2016'an de 5 kes hatibûn binçavkirin û Wezareta Karên Hundurîn ev kes wek rêveberên bilind ên "Meclîsa KCK'ê ya Tirkiyeyê" lanse kiribûn. Şîmşek diyar kir ku, her 5 kesên hatin binçavkirin rêveberên DBP û HDP'ê ne û got, bi vî awayî dixwazin DBP'ê terorîze bikin.
Şîmeşek li dijî dirêjkirina dema OHAL'ê jî bertek nîşan da û wiha got: "Her OHAL bê dirêjkirin û wê gel bêtir rastî çewisandin û pêkûtiyan bê. Em ê li dijî vê rawestin û em ê di her şert û mercî de li cem gel bin."