ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2016'AN

* Serokê Yekîtiya Weşanger û Pirtûkvanên Alman Alexander Skipis, diyar kir ku rêveberiyên Totaliter ji bo hebûna xwe biparêze li dijî azadiya ramanê astengiyên mezin derdixin û wiha got: "Li Tirkiye kesekî otoriter hem û maf û azadiyan binpê dike"

* Mutbexa Cîhanê ya herî biçûk Mala Hobît a li Balatê ku bi giştî 28 metre kare ye ji bo zarokên bê mal dibe hêvî.

* Li Edeneyê welatiyê 70 salî yê bi navê Hasan Kirmizigul, di hesabên xwe yî medyaya civakî de parvekirinên ku PKK’ê rexne dikin kiri û ev parvekirinên wî wek “propagandaya PKK’ê kiriye” hat nirxandin û ji ber vê hat girtin.

* Li Terolarê 28 kesên li dijî avakirina kampa penaberan dema xwestin bertek nîşan bidin, rastî mudaxileya polîs û cendirmeyan hatibûn. Di îddianameya der barê van kesan hat amadekirin de, ji bo her kesekî ji sal û 6 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê û cezayê pereyî hat xwestin.

* Ostayê hunerên mozaîk Mehmet Daşkapan, diyar kir ku çavkaniya hunerê wî xweza ye û êdî zû bi zû ostayên nû nayên fêrkirin.

* Ji ber bîranîna Roboskiyê ya di 2015’an de li MKU’yê hat lidarxistin, Serdozgeriya Komarê ya Hatayê der barê 55 xwendekarî de lêpirsîn da destpêkirin.

* Hevserokê KURD DER’a Enqereyê Mustafa Karaman û Rêvebera KURD DER’ê Ferîde Akturan têkildarî girtina KURD DER’ê diyar kirin ku tu kes nikare gelê kurd asîmîle bike.

* Li Çewlîgê xwendekarên lîseyê yê diçin HDP û DBP’ê ji aliyê polîsan ve tên şopandin û bi vî awayî di ser malbatên wan re gef li wan tên xwarin.

* Bi girtina Komeleya Têkoşîna Bi Xizanî û Domdariya Pêşvebirinê ya Dersimê (DERSI-DER) re, 150 malbatên ku bi awayekî nîzamî alîkariya wan dihat kirin, vê zivistanê ji piştevaniyê bêpar hatin hiştin.

* Rêveberên Komeleya Zilamên Olî ya Piştevanî û Alîkariyê (DÎAYDER) dest nîşan kirin ku, her çiqas komeleya wan hatibe girtin jî, ew ê ji gel re vegotina olê rasteqîn bidomînin.

* Komîsyona Xebatê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dê têkîldarî binpêkirinên mafan ên bi OHAL'ê re li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî amdekirina lîsteya muxatap a 380 kesan a ji aliyê îktîdara siyasî ve tê amadekirin wek “hewldaneke bêhûde” nirxand û Abdûllah Ocalan nîşan da û got, nûnerê gelê kurd diyar e.

JIN

*Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD), ku bi silogna “Bêyî em bifikirin dê 'Mêr dê çi bêjin?' em xwe bi rêxistin dikin" 12 sal berê hat avakirin û tevî 370 komeleyan hat mohrkirin. Komeleya ku li dijî hemû cureyê tundiya mêr têkoşiya her dem bû hedefa mêr.

* "Çatlak Zemin" a li ser pêdiviya Qada ku Têkildarî Jinê bê Axaftin, ji aliyê komek feminist li hev kom bûn û ava kirin, qada li dijî dîwar, qalik û bendên hatine pêçan damara arê perçekirina seriyan e.

* BİKG, dê li dijî girtin û mohrkirina komeleyên jinan li Qada Kalkedon a Kadikoyê daxuyaniyê bidin. (19.00)

ABORÎ

*Komeleya Debara Domdar û Têkoşîna Bi Xizaniyê re ya Wanê (VAN-DER), ku bi armanca çareseriya bingehîn li dijî xizaniyê dest bi xebatê kir, di nava 370 komeleyên hatin mohrkirin de hat mohrkirin. Bi mohrkirina VAN-DER'ê re qutê 450 malbatên xizan hat qutkirin.


* Xwişk û bira yên mezûnên zanîngehê yên li gundekî navçeya Çinara Amedê dijîn, ji bo xebatê ji dêvla ku biçin bajarên mezin, mala xwe yî kevin veguherandin serayê û tê de dest bi hilberandina kuvarkên îstîrîdyeyî kirin. Her du bira, ji bo hilberandina kuvarkan dixwazin kooperatîfekê ava bikin.


ÇAND Û HUNER

* Nivîskar û Helbestvan Ahmet Tellî di têkildarî girtina Navenda Çanda Mezopotamya û Navenda Çanda Dîcle û Firatê de got ku ji ber ku çand dijminê faşîzmê ye hikûmeta AKP’ê dixwaze çanda kurdan tune bike.

* Kadrî Başçi yê ku li Mêrdînê hûnera qewartina daran dike, ji êzingên ku ji bo di firinê de bê şewitandin û darên ku qurmên wan zuha bûne berhemên hûnerî diafirîne.