Polîtîka

Li ber deriyên girtîgehan starta referandumê

HDP'ê starta referandumê li ber deriyên girtîgehên Edîrne û Kandira yê ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê girtî ne da. HDP'iyan diyar kirin ku ji bo referandum di şertên adil û wekhev de nayê kirin û balê bikişînin li ser vê xebat ji wir dane destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Yildirim: Em dê hesabê 2 salan di sindoqan de bipirsin

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku kurd ji HEP’ê heta HDP’ê di hemû hilbijartinan de rastî neheqiya wekheviya firsenda hilbijartinê tên û tên astengkirin. Yildirim, anî ziman ku ligel her tiştî rojên xweş li pêş gel in û ew dê hesabê 2 salan di sindê de bipirsin.

Nûçeyê bixwîne

Garo Paylan: Ji bo Tirkiyeya demokratîk gava ewil serketina 'Na'yê ye

Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan wiha got: "Mesele ne vegera li Osmanliyê ye, mesela Tirkiyeyeke demokratîk e. Peywira me ya sereke bi awayekî topyekûn li herêm û erdnîgariya me peydekirina aştiyê ye. Ji bo vê jî gava ewil 'Na' ye."

Nûçeyê bixwîne

Guven: Di 2009'an de 'FETO'yiyan kir, niha jî Erdoganî dikin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven birayara ku der barê 'Doza Sereke ya KCK'ê' de hat dayîn nirxand. Guven, diyar kir ku bi vî awayî dixwazin kurdan ji siyaseta demokratîk dûr bixin û wiha got: "Di 2009'an de 'FETO'yiyan kir, niha jî Erdoganî dikin. Em li trêna azadiyê siwar bûne û heta em demokrasiyê ava bikin em ê bitêkoşin."

Nûçeyê bixwîne

Pir: Em bêsebr li benda 16'ê Nîsanê ne

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir der barê xebatên referandumê de diyar kir ku ji bo hesabpirsîna polîtîkayên înfaz û rûxandinê, gelê herêmê bêsebr û tebat li benda 16'ê Nîsanê ye.

Nûçeyê bixwîne

Baydemîr: 21'ê Adarê nîşan da ‘Plata hilweşînê' hilweşiya ye

Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir, piştî civîna MYK'e ya HDP'ê civîna çapemeniye pêk anî. Baydemîr, anî ziman ku Newroza di 21'ê Adarê de hat pîrozkirin, nîşan da ku plana hilweşînê hilweşiya ye û pûç bûye. Baydemîr, bilêv kir ku dê di 16'ê Nîsanê de rizgariya gelên Tirkiye li ber derî be.

Nûçeyê bixwîne

Waye ji Edîrneyê heta Amedê kampanyaya 'Na' ya HDP'ê!

KCD, HDK, TJA, HDP û DBP ku bi ruhê Newrozê xebatên referandumê didomîne li 15 bajarên cuda mîtîngên herêmê, li 7 herêman li 66 bajar û navçeyan jî pêşwazîkirin, konvoy û hevdîtinên gel dê pêk bîne. Starta xebatê dî li Edîrneya ku Demîrtaş girtî ye û Kandiraya Fîgen Yuksekdag û parlamenter girtî ne bê dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Gokkan: Êrîşa PDK-Tirkiyeyê fermanek nû ye

Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan êrîşî li dijî Şengalê nirxand û diyar kir ku ev êrîş fermanek nû ye. Gokkan anî ziman ku rêbazên şîdetê yên bi zîhniyeta zilam a 5 hezar sale berdewam dike li ser jinên Êzîdî hatin pêkanîn.

Nûçeyê bixwîne

Kiliçdaroglu: Gelo tu dibêjî ez ji DAÎŞ’ê berpirsyarim?

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, bertek nîşanî gotinên Serokomar Erdogan ên ji bo Ewropayê dan û wiha got: “Ma ez ji El Qaîdeyê berpirsyarim, ji DAÎŞ’ê ez berpirsyarim tu dixwazî vê bêjî? Kesê nekare zimanê xwe nikare dewletê jî birêve bibe.”

Nûçeyê bixwîne

Ji Serokwezîr pirsîn: Kê Kemal Kurkut kuşt?

Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polisan ve hat kuştin ji Serokwezîr pirsî û got: "Li Qada Newrozê ku bi sedan polîs lê bû çima bi saxî nehat girtin û çima hat kuştin?"

Nûçeyê bixwîne

Rupel 31 / 77